1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 73 salin gora Seyit Riza hêj nehatiye dîtin!
73 salin gora Seyit Riza hêj nehatiye dîtin!,73 salin gora Seyit Riza hêj nehatiye dîtin!

73 salin gora Seyit Riza hêj nehatiye dîtin!

Peşengê Serhildana Dêrsimê Seîy Riza û 6 hevalên xwe 73 sal berê hatin darvekirin. Ligel hemû serlêdanên malbata wan di 73'emîne salvegera darvekirina wan de hêj cîha gora wan nehatiye diyarkirin. Ligel malbatên wan serî li hemû rayedarên fermî dan jî, hemû serlêdanên wan bêbersîv man. Nevîya Seyit Riza Zelîha Polat, anî ziman ku wan serî li Walîtiya Elezîzê daye lê bersîva 'Agahiya me bi goristana wî tune ye' dane.

A+ A-

DERSİM (DİHA) - Peşengê Serhildana Dêrsimê Seîy Riza û 6 hevalên xwe 73 sal berê hatin darvekirin. Ligel hemû serlêdanên malbata wan di 73'emîne salvegera darvekirina wan de hêj cîha gora wan nehatiye diyarkirin. Ligel malbatên wan serî li hemû rayedarên fermî dan jî, hemû serlêdanên wan bêbersîv man. Nevîya Seyit Riza Zelîha Polat, anî ziman ku wan serî li Walîtiya Elezîzê daye lê bersîva 'Agahiya me bi goristana wî tune ye' dane.

73 sal berê di 17'ê mijdarê de Seyit Riza ê 75 salî û 6 hevalên xwe ku pêşengiya Serhildana Dêrsimê ya salên 1937-1938'an dikirin hatin darvekirin. Ligel 73 sal di ser darvekirina wan re derbas bû û ligel hemû serlêdanên malbata wan, di salvegerek din de jî hêj cihê gorên wan nehatine dîtin. Neviya Seyit Riza Zelîha Polat, anî ziman ku wan serî li hemû rayedarên fermî dane, lê tu encam bi dest nexistine. Polat, da zanîn ku ji bo cih û warê gora bapîrê xwe fêr bibin herî dawî serî li Walîtiya Elezîzê daye, lê bersîvek neyînî daye wan. Polat, destnîşan kir ku Walîtiya Elezîzê bi gotina "Hûn bi nîyeta xerab û fikra xerab serî li me didin û dozê vedikin. Agahiya me ji Seyît Riza tune û bûyerek bi vî regnî tune" bersîv da me. Pişt re me serî li daniştayê da. Lê ligel mehek bûye me serî li daniştayê daye hêj me bersîv negirtiye.

Polat, destnîşan kir ku piştî peykerê Seyît Riza li Dêrsimê hate çikilandin biçekî bêhna wan fireh kiriye û wiha got: "Me dixwest em li ser gora bapîrê xwe dua bikin û findan pêxin. Ger ku gora bapîr û hevalên wî nîşanî me bidin dê me aram bikin. Lê vê yekê jî ji mere pir dibînin. Ji be ku Dêrsimî gihiştin peykerê Seyit Riza ez kêfxweş im." Polat, bang li rayedarên dewletê kir û xwest ji gora wî netirsin û gora Seyit Riza nîşanî wan bidin. Polat, xwest êdî dawî li vê mexdûriyeta wan bînin û wiha axivî: "Erdogan dibêje komkujî li Dêrsimê çêbû. Lê ji bo hesab ji vê yekê bipirse û gora bapîrê me diyar bike tu gavan navêje. Ev yek baweriyê nade me."

Parlementerê BDP'ê yê Dêrsimê Şerafettîn Halîs, jî anî ziman ku komkujiya Dêrsimê ya salên 37-38'an komkujiyek gelek mezin e û wiha axivî: "Em ji vê yekê re nabêjin îsyan. Em dibêjin berxwedan û li hemberî berxwedanê komkujî pêk hatiye. Gelê dêrsimê ji bo dagirkerî, parastina çand, ol û zimanê xwe di ber xwe da. Lê li hemberî vê yekê komkujî pêk hatiye. Di 4'ê Gulana 1937'an de bi fermana Lijneya Wezîran biryara komkujiyê didin. Pişt re jî di sala 1937'an de Seyît Riza û hevalên wî qetil dikin. Li gori qeydên dewletê 13 hezar mirov hatine kuştin. Lê li dervê qeydan 40 û 70 hezar mirov hatine qetilkirin. Şadidên ku dibêjin 90 hezar mirov hatine kuştin jî hene. Li aliyê din sirgun û koçberî jî dest pê dike. Nêzî 22 hezar mirov sirgûnî rojava bûn. Divê dewlet arşîvên wan salan veke û rastiya xwe aşkere bike. Wê demê li gel komkujiya civakî komkujiya çand, bîr û baweriyê jî hebû."

‘Bi komkujiya Dêrsimê rûpoşa AKP'ê ket xwar'

Halîs, destnîşan kir ku yekem car BDP'ê bûyer û serpêhatiyên komkujiya Dêrsimê anî rojeva meclîsê û wiha dirêjî da axafina xwe: "Heta ku BDP neketibû meclîsê tu kesî mijara komkujiya Dêrsimê neanî rojeva meclîsê. Yekem car me ev mijar xist rojeva meclîsê û bi vê mijarê rûpoşa AKP'ê ket xwarê. Me xwest bûyerên tarî ronî bibe û gara Seyît Riza û hevalên wî bên dîtin. Me gelek pirsnameyên ku komkujiya Dêrsimê zelal bike dan meclîsê. Lê tev bê bersîv man. Her çiqas Hikûmeta AKP'ê dibêje ez dê pirsgirêkan çareser bikim jî hêj bersîv nedane pirsên me.

‘Peykerê Seyît Riza welat perçe nekir'

Şaredara Dêrsimê jî xwest gorên Seyît Riza bê dîtin û wiha got: "Hêj şahidê komkujiyê saxin. Divê piştperdeya komkujiyê hemû aşkere bibe. Me peykerê Seyit Riza li Dêrsime çikiland. Li hemberî wî derketin. Lê hemû kes dibîne bi vî peykerî welat perçe nebû. 73 sal di ser darvekirinê re derbas bûn, lê hêj ev birîn derman nekirine û gora wî diyar nakin. Divê dewlet ji rastiya xwe netirse û li rastiya xwe vegere:"

Kesên hatin darvekirin:

1. Sey Riza (Seyit Riza, Reîsê Eşîra Abbasan). 2. Resîk Huseyîn (Kurê Seyît Riuza). 3. Seyd Wuşên (Seyît Huseyin, Reîsê Eşira Kureyşan-Sêxan/Seyhan 4. Findik Aga (Yusufan (Wusuvu) Kurê Reîsê Kam(b)er Aga 5. Hasan Aga Demenan (Demenu) Kurê Reîsê Cebrail Aga 6. Hasan (Ji Eşîra Kureyşan 7. Alî Aga (Kurê Mîrza Alî

(mea)